Cîhan
Wezîrê Tirk: "Êdî Qendîl ji bo me ne hedefeke dûr e"
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu îdîa kir ku ew ne dûrî Çiyayê Qendîlê ne û got: "Em ê Qendîlê ji bo Tirkiyeyê bikin ciyekî ewle. Bira gumana kesî ji vê yekê tunebe."
Soylu der heqê îdîayên operasyona Qendîlê de wiha axivî:
"Êdî Qendîl ji bo me ne hedefeke dûr e. Li herêma bakurê Iraqê li devera Xakurkê gelek noqte û cih hatine bidestxistin. Em ê Qendîlê ji bo Tirkiyeyê bikin ciyekî ewle. Bira gumana kesî ji vê yekê tunebe. Ev meseleya operasyonê nîne, meseleya lêrastanînê ye. Miletê me bira nebêje 'ka dê Qendîl çawa be'. Ji bo me niha ya girîng çaxê wê ye."