Wezîrên derve yên Kendavê roja Înê li Cîddeyê dicivin
PeyamaKurd – Wezîrên derve yên Kendavê wê roja Înê li Cîddeyê bicivin û li ser Sûriyê gotûbêj bikin
Wezareta Karên Derve ya Qeterê ragihand, endamên Konseya Hevkariya Kendavê û hin welatên Ereb wê roja Înê li bajarê Cîdde yê Erebîstana Siûdî bicivin û mijara Sûriyeyê gotûbêj bikin.
Berdevkê Wezaretê Mecîd el-Ensarî ji ajansa nûçeyan a Qeterê re axivî û diyar kir, Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Karên Derve Şêx Mihemed bin Abdurrahman Al Sanî, wezîrên derve yên Iraq, Urdun û Misirê ji bo beşdarî civîna şêwrê ya derbarê Sûriyê de bibin, roja Îniyê diçin Cîddeyê.
Ensarî diyar kir, helwesta Qeterê li ser vê mijarê aram e û nehatiye guhertin, welatê wî di rewşekê de ye ku daxwaza gelê Sûriyê ji bo çareseriya siyasî û lihevkirina Ereban li ser van gavan bi cih bîne.
Komkara Erebî di 12ê Mijdara 2011an de ji ber şerê navxweyî li Sûriyê endamtiya rêjîma Esed di Yekîtiyê de rawestand.