Cîhan
WHO: Dibe ku li Iraqê hejmara tûsbûyan bigihe 100 hezarî
PeyamaKurd – Li demeke ku hejmara pêketiyên vîrusa koronaya nû Covid-19 li Iraq û Herêma Kurdistanê ji nû ve zêde dibin, Nûnerê Iraqê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Edhem Îsmaîl hişyarîya pabendbûna tedbîran da.
Edhem Îsmaîl daye xuyakirin ku heger pabendî tedbîran nebin, ligel zêdebûna haletên mirinê wê li Iraqê hejmara tûşbûyên Covid-19 bigihe sed hezar kesan.
Li Iraqê herî dawî dawî doh hatibû ragihandin ku 1252 kesên din bi Covid-19 ketine û hejmara tûşbûyan gihîştiye 11 hezar û 98 kesan.