WSJ: Divê NATO di serdema piştî Îranê de têkiliya xwe ya bi Tirkiyeyê re ji nû ve binirxîne
PeyamaKurd - Bradley Martin, Rêveberê Navenda Lêkolînên Stratejîk ên Rojhilata Nêzîk, di analîzeke kûr de ji bo Wall Street Journalê îdia kir ku hilweşîna rejîma Îranê dê bibe sedema guhertineke mezin di balansa hêzê ya herêmî de.
Li gorî Martin, ev rewş dê bandora Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn zêde bike, lewma pêwîst e ku NATO helwêst û têkiliya xwe ya bi Enqereyê re bi awayekî cidî ji nû ve binirxîne.
Erdogan û nakokiyên wî yên bi NATOyê re
Martin di gotara xwe de bal kişand ser nerazîbûna Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a beramberî êrîşên Amerîka û Îsraîlê. Erdogan ev operasyon wekî "binpêkirina qanûnên navneteweyî" bi nav kiribûn û ji bo mirina Elî Xamineyî xemgîniya xwe anîbû ziman.
Di analîzê de tê gotin ku Tirkiye her çend endama NATOyê be jî, di gelek krîzên girêdayî Îranê de berevajî hevalbendên xwe yên Rojavayî tevgeriyaye.
Îdiayên îstîxbaratî û hevkariya bi Tehranê re
Di gotarê de çend xalên krîtîk ên dîrokî wekî hincet hatine nîşandan ku baweriya NATOyê bi Tirkiyeyê kêm dikin:
• Eşkerekirina ajanan (2012): Tê îdiakirin ku Tirkiyeyê nasnameya ajanên Îranî yên ku ji bo Îsraîlê agahî li ser bernameya nukleerî kom dikirin, ji Tehranê re eşkere kiriye.
• Girtina opozîsyona Îranê: Hat îdiakirin ku Enqereyê di girtin û radestkirina hin çalakvanên li dijî rejîma Îranê de bi Tehranê re hevahengiya îstîxbaratî kiriye.
• Têkiliya bi DAIŞê re: Martin bîr xist ku di operasyona sala 2015an a li dijî Ebû Seyyaf (fînansorê DAIŞê) de, delîlên têkiliya di navbera rêxistinê û hin berpirsên Tirk de derketine holê.
Dîplomasiya şantajê û penaber
Analîz balê dikişîne ser wê yekê ku Tirkiye krîza penaberên Sûriyeyê wekî "karteke danûstandinê" li dijî Yekîtiya Ewropayê bikar tîne.
Peymana sala 2016an û krîza sînor a 2020an, ku ji aliyê Yewnanistanê ve wekî "dîplomasiya şantajê" hatibû binavkirin, wekî mînaka siyaseta serbixwe û carinan "dij-Rojava" ya Enqereyê hatin nîşandan.
Pêşeroja NATO û Tirkiyeyê
Bradley Martin di encamê de dipirse:
Gelo piştî hilweşîna rejîma Îranê, NATO dikare xwe bispêre Tirkiyeyê ku wekî hêza herî mezin a herêmî derdikeve pêş?"
Analîst pêşniyar dike ku DYA û NATO dema ku nexşeya nû ya Rojhilata Navîn xêz dikin, divê berjewendiyên xwe yên ji Tirkiyeyê cuda li ber çavan bigirin, ji ber ku Enqere carinan xetên siyasî yên li dijî berjewendiyên hevalbendên xwe dişopîne.