TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îranê piştî baregeha PAKê êrîşî Kampa Zehmetkêşan jî kir

Admin H
Nivîskar
📅 22 nîsan 2026 19:38

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Îranê îro di saet 13:24an de bi du moşekan Kampa Komeleya Zehmetkêşan a Rojhilatê Kurdistanê ya Surdeşê ya li Dukan a Silêmaniyê hedef girt.

Endamê Lijneya Rêveber a Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê Amced Huseyn Penahî ragihand ku di vê êrîşê de tu kes birîndar nebû, lê belê zirareke mezin a madî gihîştiye kampê.

Beriya vê rûdanê di saetên berbanga sibehê de jî Îranê bi 4 dronan êrîşî baregeheke Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) jî kiribû.

Di encama wê êrîşê de 3 Pêşmergeyên PAKê birîndar bûbûn.

Hêjayî gotinê ye, ev êrîş tenê du saetan piştî daxuyaniya Donald Trump a ji bo dirêjkirina agirbestê pêk hatin. PAKê ev wekî nîşaneya binpêkirina agirbestê ji aliyê Îranê ve bi nav kir.

Êrîşên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê û partiyên Rojhilat di çarçoveya zextên Tehranê yên li ser kampên penaberan û hêzên opozîsyona Rojhilatê Kurdistanê de pêk tên.

Parve bike: