TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îranê cardin êrîşî baregehên PAKê û Koyê kir

Admin H
Nivîskar
📅 27 tîrmeh 2026 15:35

PeyamaKurd - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) eşkere kir ku bi 4 dronan êrîşî Baregeha Çemşarê ya Artêşa Neteweyî ya Kurdistanê û Baregeha Pakşarê ya partiya wan hatiye kirin.

Di dîmenên hatine belavkirin de diyar dibe ku ji ber teqîn û bombebarana leşkerî agir bi derdorê ketiye. Çend demjimêran beriya vê bûyerê, li navçeya Koyê ya ser bi Hewlêrê jî teqînek çêbû û hat ragihandin ku bi rêya dronê êrîşî quntara çiyê hatiye kirin; ev geşedan di nava êrîşên domdar ên li ser herêmê de hatin tomarkirin.

Kampa Azadiyê ya li Koyê ku malbat û endamên PDK-Îyê tê de dijîn, berê jî gelek caran ji aliyê Tehranê ve bibû armanc.

Rêveberiya Îranê van partiyan tohmetbar dike ku di nav alozî û xetereyên herêmî de alîkariya DYAyê dikin.

Parve bike: