Cîhan
Îranê cardin baregehên Kuweytê kirin armanc
PeyamaKurd - Arteşa Kuweytê di daxuyaniyekê de ragihand ku axa welêt careke din rastî pêleke nû ya êrişên mûşekî û dronanên ji aliyê Îranê ve hatiye.
Li gorî zanyariyên artêşê, sîstemên parastina hewayî yên Kuweytê di cih de ketine dewrê ji bo têkbirina van gefan û dengên teqînan ên ku hatine bihîstin encama bersivdayîna sîsteman e.
Rêveberiya leşkerî ya Kuweytê bang li welatiyan kir ku bi temamî li gorî bang û hişyariyên ewlehiyê yên saziyên fermî bimeşin.
Heta niha derbarê zirarên giyanî an madî yên vê pêla nû ya êrişan de tu agahiyên berferehtir nehatine belavkirin.