TR KU SO
FB X
Cîhan

WSJ: Şertê sereke yê Amerîka derxistina hemû uranyumê ye

Admin H
Nivîskar
📅 07 gulan 2026 20:01

PeyamaKurd - Rojnameya Amerîkî Wall Street Journal (WSJ) di raporeke nû de eşkere kir ku Washington di danûstandinên ligel Tehranê de şertekî pir tund daniye. Li gorî nûçeyê, Amerîka daxwaz dike ku Îran hemû stokên xwe yên uranyuma meyandî bêyî ferqa astên wan, ji welat derxe û bişîne derveyî sînoran.

Hemû astên uranyumê di nav de ne

Berevajî rêkeftinên berê ku tenê li ser uranyuma bi asta bilind (20% û 60%) disekinîn, vê carê Amerîka tekez dike ku divê hemû embar û depoyên uranyumê di her astî de werin valakirin.

Washington vê daxwazê wekî "hêla sor" dibîne û gihîştina her cûre rêkeftineke nû an jî sivikkirina dorpêçên aborî, bi bicihanîna vê şertê ve girê daye.

Armanc: Rêgirtina li çeka atomî ye

Ev helwesta tund a Amerîkayê ew e ku dixwaze bi temamî rê li ber her cûre derfeteke Îranê bigire daku nikaribe di demeke kurt de ber bi çêkirina çeka atomî ve gavan bavêje.

Parve bike: