TR KU SO
FB X
Cîhan

Xaça Sor: Sewba Korona wê bibe sedema hejarî û koçberiyek mezin

Admin L
Nivîskar
📅 25 tîrmeh 2020 19:29

PeyamaKurd – Li tevahiya cîhanê, ji ber vîrusa Koronayê hejmara bêkar û hejaran zêde dibe.

Rêveberê Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî hişyariyê dide û dibêje, li gel vekirina sînoran, ji ber hejariyê û bêkariyê, dibe ku xelk pêl bi pêl ber bi welatên din ve koçber bibin.

Herwiha Rêveberê Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî Gagn Chapgn diyar dike, “Li gor lêkolînên berbiçav, kesên karê debara jiyana xwe pê dikirin wenda kirine, di dema sînor bên vekirin de, dibe ku ji neçarî cihê lê dijîn biguherin. Lewra, divê em ecêbmayî nemînin dema hejmara koçberiyê bi awayekî mezin di meh û salên bê de zêde bibe.”

 

Parve bike: