TR KU SO
FB X
Cîhan

Xelîfe Hefter ji bo Konferansa Berlînê biryara xwe da

Admin H
Nivîskar
📅 16 rêbendan 2020 21:30

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Artêşa Netewî ya Libyayê ku rojhilatê Libyayê kontrol dike, Xelîf Hefter biryar da ku beşdarî Konferansa Berlînê bibe.

Hefter di danûstandinên Moskowê yên bi serpereştiya Rûsya û Tirkiyê de, agirbest îmze nekiribû û navbeynkariya Tirkiyê jî red kiribû.

Serokwezîra Almanya Angela Merkelê jî ragihandibû ku dê 19ê Çileyê 2020an li Berlînê Konferansa Aştîyê ya Libyayê were lidarxistin û 11 welat vexwendibûn wê konferansê.

Hat ragihandin ku Hefter jî beşdarbûna konferansa Berlînê erê kiriye û wê beşdariyê bike.

Parve bike: