TR KU SO
FB X
Cîhan

Xwendevanê di ava golê de tefisî, defin kirin

Admin M
Nivîskar
📅 11 tîrmeh 2026 18:35

PeyamaKurd – Li bajarê Karamanê li gundê Yollarbaşiyê İsmail Aktaş (15) ê ku do ketibû ava golê û tê de fetisî bû, îro piştî limêja cenaze kirin, wî di goristana gund de defin kirin.

İsmail Aktaş do bi 2 hevalên xwe re çûbû da xwe di ava golê de hînik bikin. Dema ketin avê, hevalên wî dîtin ku İsmail Aktaş ji golê derneket û xeberê dan AFADê. Tîmên AFADê, tenduristiyê û cendirmeyan çûn ciyê rûdanê.

Tîmên noqavê di bin avê de cenazê wî dîtin û derxistin. Piştî otopsiya li nexweşxana Karamanê ya lêkolînê, îro cenaze ji nexweşxanê birin gundê navborî û defin kirin.

Parve bike: