TR KU SO
FB X
Cîhan

Xwendevanê fakulta hûqûqê dê û bavê xwe kuşt

Admin M
Nivîskar
📅 16 gulan 2026 17:47

PeyamaKurd – Li bajarê Konyayê li navça Meramê ya Tirkiyê, xwendevanê fakulta hûqûqê Cihan Dinçer di parkê de destê wî bi xwîn rûniştî bû. Polîsên ku dewriye digeriyan rewşa xort dîtin jê guman kirin. Paşî hat fêmkirin ku Dinçer dê û bavê xwe bi kêrê kuştiye.

Cihan Dinçer adresa malê da polîs û dema îtfaiye û polîs çûn malê, dîtin ku Nazife û Gökhan Dinçer bi kêrê hatine kuştin. Jin û mêr di rêvebiriya daristan û çandiniya Konya de, her dû veteriner hekîm bûn e.

Polîs, dema li navçê dewriye digeriya, seet di 13.00an de dîtin ku xwendevan Dinçer li parkê bi destê bi xwîn rûniştiye. Polîs jê şikê kir û lêpirsîna wî kir.

Dema çûn xaniyê 2 qat yê malbatê, nikaribûn derî vekin lê bi xêra îtfaiyê derî vekirin. Dîtin ku jin û mêrê navborî bi kêrê hatine kuştin.

Piştî rûdan hat fêmkirin, polîs xwendevan xistin bin çav û cenazên Nazife û Gökhan Dinçer ji bo otopsiyê birin tiba edlî ya bajarê Konyayê. Lêpirsîna rûdanê dewam dike.

Parve bike: