TR KU SO
FB X
Cîhan

YA, ji ber destekê dane Rûsyayê plan dike dorpêçan deyne ser 7 sîrketên Çînê

Admin M
Nivîskar
📅 09 gulan 2023 02:29

PeyamaKurd – Yekîtiya Awrûpayê bi sedema şerê Rûsya û Ûkraynayê, bi sedema bi armanca leşkerî destekê didin Rûsyayê, plan dike ku astengê deyne ser 7 şîrketên Çînê.

Li gor ragihandina rojnama Îngîlîz ya bi navê Financial Timesê; 2 ji wan şîrketan li ser axa Çînê ne û 5 ji wan şîrketan di herêma rêvebiriya taybet ya Hong Kongê de qeydkirîne. Wê daxwaza danîna dorpêça ser her 7 şîrketan, di civîna vê hefteyê ya komisyona Yekîtiya Awrûpa de bê pêşkêşkirin.

Bi danîna dorpêçan şîketên bi navên li ser axa Çînê 3HC Semiconductors, King-Pai Technology, li Hong Kongê jî şîrketên Sinno Electronics, Sigma Technology, Asia Pacific Links, Tordan Industry û Alpha Trading Investments di hedefa YA de ne.

Eger komîsyon qebûl bike, wê ev dorpêç a yekem ya Yekîtiya Awrûpa be ku datîne ser şîrketên Çînê.

Parve bike: