YA yê dê binpêkirina mafên mirovan ceza bike
PeyamaKurd- Nûnerê Bilind yê Polîtîkaya Ewlekariyê û pêwendiyên derve yê Yekîtiya Awrûpayê Josef Borell ragihand ku wan biryarê daye dest bi amadekariyên teknîkî bikin ku endamên Yekîtiyê bipêkirinên giran yên mafên mirovan ceza bikin û bo wê jî dê rejîmeka navdewletî pêkbînin.
Borell, piştî civîna wezîrên karên derve yên endam ku civîn li Brukselê çêbû, civîneka çapemeniyê lidar xist. Borell got ku ev cara yekeme ji Konseya Karên Derve re seroktiyê dike û di civînê de behsa mafên mirovan yên li Lîbya, Ûkrayna, Îran, Bolîvya kirine. Borell weha got:
“Wê rejîma dorpêçên nûh versiyana Qanûna Magnitskyê ya Amerîkayê be û ev nîşan dide ku di seha mafên mrovan de Awrûpa amade ye ku gavan bavêje. Eger bi erêkirina konseya Awrûpa re li dijî îhlalan tevbigerin, wê yekîtiya Awrûpayê xurtir bibe.”
Borell her weha behsa endîşeyên bo peymana navbera Lîbya û Tirkiyêi behsa destekkirina peymana Îranê û behsa doza Fîlîstînê kir.