Yekîtiya Ewropa û Brîtanya li ser Brexitê gihistin rêkeftinê
PeyamaKurd – Li Brukselê, Seroka Lijneya Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, bi Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson re, di derbarê danûstandinên di navbera xwe de civiyan, herwiha daxuyanî dan û diyar kirin, Yekîtiya Ewropa û Brîtanyayê li ser Brexitê li hev kirin.
Lihevkirina her du aliyan, piştî danûstandinên dirêj ên Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson û Seroka Komîsyona Ewropa Ursula von der Leyen çêbû.
Johnson bi preskonferansekê de destnîşan kir: ‘‘Peymanake bazirganiya serbest ya bi cureya Kanada ya berfireh’’ çêkirine.
Hikûmeta Brîtanya bi daxuyaniyekê ragihand, wan kontrolên pere, sînor, bazirganî û ava bo masîvaniyê bi şûnde sitandine.
Herwiha li gor daxuyaniyê, Brîtanya dê di 1ê Çileya 2021an de, serweriya xwe ya sîyasî û aborî bi awayekî tam vegerîne û tevgera serbest ya li welêt dê bi dawî bibe.
Von der Leyen, di preskonferansê de eşkere kir, ku ew ê di bazirganiyê de li gor rêzikên YEê tevbigerin û ger danûstandina adil were binpêkirin, wan li hev kirine ku ew serî li rêyên bi bandor bidin.
Leyen derbarê serweriyê jî got, ger hêzên cîhanî bi hev re tevbigerin, ew ê bo berjewendiyên her du aliyan be.
Brîtanya di 31ê Çileya 2020an de ji YEyê derketibû, lê her du aliyan biryar dabûn ku hevkariya bazirganî 11 mehên din bidome.