TR KU SO
FB X
Cîhan

Yekîtiya Ewropayê bangewazî li aliyên serê Qerebaxê kir

Admin H
Nivîskar
📅 19 cotmeh 2020 20:10

PeyamaKurd – Nûnerê Bilind ê Pêwendiyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, derbarê binpêkirina agirbesta navbera Ermenistan-Azerbaycanê de ku divîyabû doh destpê bike, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Borell tevî kêfxweşiya xwe bo ragihandina agirbestê anî ziman, fikarên bo binpêkirina agirbestê bibîr xistin û bangewazî li herdu aliyan kir, agirbestê bicih bînin û êrîşên ser sivîlan bidin rawestandin.

Borrell got: "Xelkê Qerebaxa Çiyayî têra xwe êş kişandin. Pevçûn bûne sedema windayên zêde yên sivîlan û ev nayê qebûlkirin. YE sedem her çi be jî van cure êrîşan şermezar dike.”

Parve bike: