Yemen bi fuzeyan li Erebistanê da
Ji Yemenê bi fuzeyên balastîkî li payîtexta Erebistana Si’ûdî li Riyadê dan. Di encamê de kesek mir û du kes jî birîndar bûn.
Li gor ajansa fermî ya Erebistanê berdevkê parastina sîvîl ya Riyadê Muhammed el-Hamadî got ku fuze li hewayê hatine îmhakirin lê perçên wan ketine herêmên Riyadê yên cuda.
Hamadî got ku perçe ketine ser maleka ku xelkê Misrê ne û yek kes miriye û di kes birîndar bûne.
Berdevkê koalîsyona di bin serokatiya Erebistanê de albay Turkî el-Malikî beyaneka nivîskî da û di beyanê de got ku ji axa Yemenê 7 heb fuze avêtin Erebistanê û her heft fuze jî ji aliyê hêzên hewayî yên parastina Erebistanê de hatin îmhakirin.
Malikî got ku 3 ji wan fuzeyan li Riyadê û her çarên dinan avêtine herêmên nêzî Riyadê. Ev nîşan dide ku erîşên Hûsiyan yên dijminane delîle bo ku Îran piştevaniya wan dike.