TR KU SO
FB X
Cîhan

YEyê li Brukselê banga cezayên giran bo Tirkiyê kir

Admin H
Nivîskar
📅 25 mijdar 2019 04:44

PeyamaKurd – Parlamentar û çavderên mafên mirovan ên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) di civîneke awarte ya li Brukselê de, bi sedema êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê û binpêkirinên mafên mirovan, banga helwesteke ewropî ya hevpar û sepandina cezayên giran li dijî Tirkiyê kirin.

Navenda Lêkolînên Mafên Mirovan a Navdewletî bi beşdariya parlamentarên ewropî bi sernavê ‘Di têkiliyên Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê de aloziyên dijwar û diyarkirina rêbazên ber bi pêş ve’, li ser mijara êrîşên ser Rojava, binpêkirinên demokrasiyê li hundir û pêkanîna helwesteke hevpar, li avahiya YE ya li Bruksel kongreyeke awarte li dar xist.

Beşdarên kongreyê banga wergirtina helwesteke hevpar li dijî binpêkirinên Tirkiyê yên plankirî yên li dijî demokrasiyê û mafên mirovan di hundirê welat de û bikarîna wê ya ‘Makavelli’ ya kaxeza penaberan ji bo zextê li dijî dewletên Yekîtiya Ewropayê kirin.

Herwiha beşdaran di kongreyê de li ser girîniya formeke siyasî ewopî xurt û giran li dijî deshilatdariya Erdogan li hev kirin ku ku hemû qanûn û pîvanên binpê dike.

Parve bike: