Cîhan
YPG: Tirkiyê nikare derbasî bajarê Minbicê bibe!
PeyamaKurd- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di derbarê pêşeroja Minbicê de axivî û got ku hêzên Tirkiyê ti caran nikarin têkevine nava bajarê Minbicê.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu di derbarê Minbicê de gotibû ku me û Amerîkayê li hev kiriye û em ê têkevine nava bajarê Minbicê.
Lê YPGê jî got ku koalîsyonê ji me re soz daye ku Tirkiye derbasî nava bajêr nebe.
Daxuyaniya YPGê wiha berdewam dike: Tirkiye, vê mijarê ji xwe re dike propagandaya hilbijartinê. Koalîsyonê ji me re gotiye ku Tirkiye û ti hêzên opozîsyonê derbasî nava bajêr nabin.