Yûnanistan ji Amerîkayê 20 balafirên F-35 xwest
PeyamaKurd – Di van salên dawiyê de Yûnanistan dest bi kirîna alavên leşkerî kiriye û pereyekî zêde dide alavan. Vê carê serokwezîrê Yûnanistanê Kiriakos Miçotakis, ji bo kirîna 20 balafirên F-35 an daxwaznama xwe ji bo Amerîkayê şand. Miçotakis ragihand ku daxwaznama xwe îro şandiye Amerîkayê. Bi daxwaznama îro re îsal bû du car ku Yûnanistan dixwaze ji Amerîkayê balafirên F-35 bikire.
Li gor ragihandina ajansa Reutersê; Miçotakis piştî zîrwa NATO yê daxwuyaniyeka weha da:
“Niyeta me ji bo bijarteyekî duyem, em karibin fîloyeka dinya F-35 bidest bixin. Nameya daxwaznamê jî perçeyekî pêvajoyê ye. Heya balafir bikevin destê me, gelek pêvajoyekî dirêj heye. Hukumeta me bende ye ku balafirên F-35 di salên 2027-2028 an de dest bi teslîmsitendinê bike.”
Miçotakis ragihand ku qeweta wan ya kirîna balafiran heye. Sala borî di meha gulanê de, di seredanekî ji bo Amerîkayê de 24 balafirên Rafale bi 2.5 mîlyar Ewroyî û 3 firqeteynan bi 3 mîlyar Ewroyî sîparîş kiribû. Wezareta bergiriyê ya Yûnanistanê her weha dixwaze 38 balafirên xwe yên F-16 nûh bike.