Cîhan
Zelandaya Nû qanûna çekan diguherîne
PeyamaKurd - Serokwezîra Zelandaya Nû Jacinda Ardern dîyar kir ku ewê çekên nîv-otomatîk yên leşkerî (MSSA) qedexe bikin. MSSA heta niha li Zelanda Nû bi awayekî qanûnî dihatine firotan.
Jacinda Ardern da zanîn ku ew çend roj in li ser qanûnekê dixebitin û dîyar kir ku qanûna nû ji 11ê Nîsanê pê ve dest pê bike. "Êrîşa di 15'ê Adarê de dîroka me heta hetayê guherand. Îcar jî ewê qanûna me ya nû dîrokê biguherîne" Ardern got.
Hêjayî bibrixistinê ye ku îna borî di êrîşên li dijî du mizgeftan da 50 kes hatibûn kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bibûn.