Cîhan
Zelenski li ser Trump: 'Me li ser wê mijarê li hev kir'!
PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenski ragihand ku piştî serkeftina wî ya hilbijartinê bi Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump re axivî.
Zelenski di gotarekê de li ser malpera Xê got: "Me li hev kir ku diyaloga nêzîk bidomînin û hevkariya xwe xurt bikin."
Wî herwiha got, "Serkirdayetiya bihêz a Amerîkî ji bo cîhanê û aştiyek dadmend girîng e."
Trump got ku ew ê bi Ukrayna û Rûsyayê re bixebitin da ku nakokiya di navbera wan de biqede.