TR KU SO
FB X
Cîhan

Zelenskiy: Rûsyayê di 8 salan de 14 hezar Ukraynayî kustin

Ruken güler
Nivîskar
📅 15 nîsan 2022 23:57

PeyamaKurd-Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy ragihand ku şerê Rusyayê yê li hember Ukraynayê ne ji 24ê Sibatê ve dest pê kiriye; vî şerî di sala 2014an de dest pê kiriye û heta îro 14 hezar Ukraynayî hatine kuştin.

Volodimîr Zelenskiy di peyama ku bi vîdeoyê belav kir de da zanîn ku Rûsan Kirim desteser kir û ew der kirin yekîneyeke mezin a leşkerî. Bi berdewamî got ku Rûsyayê behrên Azak û Deryaya Reş jî kirine behrên herî xeternak ên cîhanê. Zelenskî li ser êrîşan jî da zanîn ku li Donbasê şereke dijwar û bê dawî dane destpêkirin. Zelenskiy di dawiya peyamê de got, ji ber ku cîhan bê deng ma, loma Rûsyayê biryara şerekî wiha dorfireh da.

 

Parve bike: