Cîhan
Zîndanî lihev xistin û 15 kes jiyana xwe ji dest dan
PeyamaKurd- Li welatê Brezîlyayê di zîndaneka eyaleta Amazonasê de, di navbera zîndaniyan de şer û pevçûn derket û di encamê de 15 kes mirin. Berpirsê zîndanên eyaletê albay Marcus Vinicius Oliveira de Ameida ragihand ku li bajarê Manausê, di zîndana Anisio Jobimê de, di dema seredana ziyaretvanan de pevçûn û şer derketiye û 15 kes mirine.
Hêzên asayîşê hatin şandin bo ciyê bûyerê û şer rawestiya. Helîkopterên polîsan di zer zîndanê de difirin û kontrola zîndanê dikin. Nehat ragihandin bê firariyên zîndanê hene an na.
Di sala 2017an de di heman zîndanê de 56 kes miirbûn û gelek zîndanî firar kiribûn.