Xalid Ezîzî: Komara Îslamî ji ber derbên kujer agirbest qebûl kir
PeyamaKurd - Berdevkê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (HDKÎ) Xalid Ezîzî ragihand ku rejîma Îranê ji ber lawazî û derbên giran ên leşkerî neçar maye agirbestê qebûl bike.
Ezîzî hişyarî da ku dibe Tehran ji bo qerebûkirina şikestên xwe, zextên ewlehîyê li ser xelkê navxwe û bi taybetî li ser Kurdistanê zêdetir bike.
'Tehran di rewşeke pir lawaz de ye’
Xalid Ezîzî di hevpeyvîneke ligel kanala "Iran International" de rewşa piştî agirbesta navbera Îran-Amerîka û Îsraîlê nirxand. Ezîzî destnîşan kir ku ev agirbest di encama têgihîştina lawazkirina rejîmê de pêk hatiye û got: "Komara Îslamî ne di rewşekê de ye ku xwe ligel Amerîka û Îsraîlê bide ber hev. Di vî şerî de ne tenê rêberê wan, gelek fermandarên pilebilind û navendên wan ên stratejîk ji nav çûne."
Agirbesteke lerzok û bêbawerî
Berdevkê PDKÎyê bal kişand ser wê yekê ku bawerî di navbera aliyan de tune ye û ev agirbest pir "lerzok" e. Ezîzî diyar kir ku ji ber stratejiya îdeolojîk a Tehranê, pir dijwar e ku rejîm dest ji komên wekîl û moşekhavêtinê berde.
Herwiha Ezîzî destnîşan kir ku civaka navneteweyî bi guman li siyasetên şerxwazî yên Îranê temaşe dike.
Zextên li ser Kurdistanê
Di beşeke din de Ezîzî pêşbînî kir ku wê rejîm tolê ji xelkê navxwe hilde û rewşeke tundtir a ewlehiyê li Kurdistanê çêbike.
Derbarê pêgeha Kurdan û hêzên Kurdî de jî Ezîzî got: "Xebata me tu carî nebûye paşkoya şerê hêzên derve. Xebata Kurdistanê ji bo demokrasî û mafên neteweyî ye û dê bi hevahengiya aliyên azadîxwaz ên din berdewam bike."
Ezîzî hêvî xwest ku bi dûrketina siya şer, bala cîhanê dîsa vegere ser binpêkirinên mafên mirovan ên di hundirê Îranê de.