Xalid Ezîzî: Têkoşîna me ji bo Îraneke demokratîk û federal e
PeyamaKurd - Berdevkê Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê (PDK-Î) Xalid Ezîzî, di hevpeyvîna ligel Radyo Ferda de ragihand ku PDKÎ ji nêz ve çavdêriya guhertinên herêmê û şerê niha dike û bal kişand ser ku pêşîniya wan karê siyasî, yekdengiya neteweyî û amadekariya ji bo qonaxa veguhestinê ye.
‘Em bi Amerîka û Ewropayê re di pêwendiyê de ne’
Ezîzî di bersiva pirsa li ser gotinên Trump û helwesta Washingtonê de, bal kişand ser ku Hizba Demokrat her dem ji bo gihandina dengê gelê Kurdistanê bi sazî û dezgehên cûda yên Amerîka û Ewropayê re di pêwendiyê de bûye.
‘Têkoşîna me ji bo Îraneke demokratîk û federal e’
Ezîzî got: “Têkoşîna me têkoşîneke medenî û cemawerî ye û em dixwazin bi rêya diyaloga siyasî mafên gelê Kurd di çarçoveya Îraneke demokratîk û federal de bi dest bînin.”
Li ser pêwendiya wan bi opozîsyona Îranî re jî Ezîzî bal kişand ser girîngiya afirandina alternatîfeke demokratîk ku hemû netewe û pêkhateyên cûda tê de beşdar bin.
‘Hevpeymaniya Kurd ne li ser parçekirina Îranê ava bûye’
Xalid Ezîzî nîgeraniyên li ser parçebûna Îranê red kir û ragihand ku projeya Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê û hevpeymaniya aliyên siyasî yên Kurd li ser bingeha parvekirina dadperwer a desthilatê û nemerkezîbûnê hatiye avakirin, ne li ser bingeha parçe parçe kirinê.
‘Em naxwazin alozî zêdetir bibin’
Berdevkê Hizba Demokrat, bal kişand ser ku ew piştevanê aştî û aramiya herêmê ne û naxwazin alozî zêdetir bibin. Lê belê hewldanên wan ew in ku di egera valatiya desthilatê de, bi rêya hêzên demokratîk amade bin ku welat birêve bibin û berjewendiyên neteweyî yên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê biparêzin.