12 sal berê wek îro Pêşmerge ber bi Kobaniyê ve bi rê ket
PeyamaKurd - 12 sal berê 28ê Cotmeha 2026an, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bo bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê hatin veguhestin daku dorpêça rêxistina terorîst DAIŞê ligel şervanên Kurd ji ser bajêr rakin. Hêzên Pêşmerge 31ê Cotmeha 2014an jî bi ser Bakurê Kurdistanê re gihîştin Kobaniyê.
Di 22ê Cotmeha 2014an de, Parlamentoya Kurdistanê li ser fermana Serok Barzanî civiya û bi piraniya dengan daxwaza şandina Pêşmergeyan bo alîkariya Kobaniyê pesend kir. Di rojeke wekî îro de di sala 2014an de jî yekem karwanê Pêşmerge ku ji 150 şervanan bi çekên giran û sivik pêk dihat, bi rê ket û piştî derbasbûna nava xaka Bakurê Kurdistanê ku bi coş û ala Kurdistanê ji aliyê welatiyan ve hatibû pêşwazîkirin, di 31ê Cotmehê de gihîşt bajarê Kobanî.
Şandina hêzên Pêşmerge ji bo Kobaniyê di qonaxeke herî hestiyar de wekî pêngaveke bêhempa û dîrokî hate dîtin.
Di encama vê berxwedana hevpar û bi piştgiriya balafirên Hevpeymaniya Navdewletî de, di 26ê Çileya 2015an de bajarê Kobaniyê bi temamî ji destê DAIŞê hate rizgarkirin û ev yek bû destpêka têkçûna rêxistina tirorîstî li herêmê.