132 hezar îmzeyên bo diyarkirina ‘Roja Nistîmanî ya Pêsmege’ gihîstin parlamenê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Sêşemê Dezgeha Navdewletî ya Pêşmerge bo Karûbarên Mirovî ji bo diyarkirina ‘Roja Niştîmanî ya Pêşmerge’ 132 hezar îmzeyên kom kiribûn radestî Parlamentoya Kurdistanê kir.
Dezgeha Navdewletî ya Pêşmerge bo Karûbarên Mirovî, li piraniya navçeyên herêma Kurdistanê zêdetirî 132 hezar îmze kom kirin û îro 1ê Îlonê jî ew îmze pêşkeşî Parlamentoya Kurdistanê hatin kirin ku tê xwestin, Roja Niştîmanî ya Pêşmerge were diyarkirin.
Hat zanîn ku wê ew daxwaz ji aliyê Lijneya Karûbarên Pêşmerge ya Parlamentoya Kurdistanê ve kar li ser bê kirin daku Parlamento Roja Niştîmaniya Pêşmerge diyar bike.
Hêjayî bibîrxistinê ye, roja 22yê Çileya 2020an Lijneya Karûbarên Pêşmerge ya Parlamentoya Kurdistanê, ji bo pirsa diyarkirina Roja Niştîmanî ya Pêşmerge civiyabû û daxwaz ji Dezgeha Navdewletî ya Pêşmerge bo Karûbarên Mirovî kirbû îmzeyan kom bike.