TR KU SO
FB X
Kurdistan

2 ciwanên Kurd ji ber hildana Ala Kurdistanê hatin binçavkirin

Admin H
Nivîskar
📅 19 berfanbar 2019 18:18

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku du xortên Kurd li parêzgeha Kerkûkê ya derveyî îdareya Kurdistanê maye, ji ber hildana ala Kurdistanê ji aliyên hêzên iraqî ve hatine binçavkirin.

Li gorî zanyariyên xwecihî, herdu xortên Kurd 17ê Kanûnê Roja Ala Kurdistanê alên Kurdistanê bi motorsikletên xwe ve kirine û ji ber wê jî hatine binçavkirin.

Hêzên Iraqî ji wan xortan re gotine, ‘Li Kerkûkê ala Kurdistanê qedexe ye û tiştekî wiha nekin.”

Herdu ciwanên Kurd piştî îfadeyên wan hatine berdan.

Kerkûk ku bixwe bajarekî Kurdistanî ye, 16ê Cotmeha 2017an bi xiyaneta hin hêzên Kurdî radestî Heşda Şeibî û hêzên Iraqî hatibû kirin.

Ala Kurdistanê jî li seranserê Kerkûkê hatibû rakirin ku Ala Kurdistanê bixwe bi destûra Iraqê bi fermî hatiye naskirin.

Parve bike: