Kurdistan
2 hemsîre li Perwariya ketin ber pêlên ava Miksê
PeyamaKurd – Li bajarê Sêrtê, li navça Perwariya, 2 hemşîreyên ku çûn ber ava Miksê ya li belda Bêdarê da ji xwe re pîknîkê bikin, ketin ber pêlên avê. Her dû hemşîre di bin rêvebiriya tenduristiyê ya Sêrtê de dixebitin û yek ji wan ya bi navê H.T. lingê wê dişemite û dikeve ber pêlên avê. Hevala wê E.G. ji bo wê xelas bike, ew jî dikeve avê lê pêlên avê ji ber bi şiddin, ew jî dikeve ber pêlên avê.
Bi xebatên hemwelatiyan jî hemşîra bi navê H.T. ji avê derxistin û wê birin nexweşxanê û rewşa wê xweş nîne. Tîmên cendirmeyan û 112 ê bi yên AFAD ê re çûn ciyê bûyerê. Niha li hemşîre E.G. digerin.