Kurdistan
2 pismam bi avê de çûn û fetisîn
PeyamaKurd- Li bajarê Rihayê li navçeya Eyyubiyê du pismamên bi navên İbrahim Yılmaz û Ahmet Sait Yılmaz bo xwe hînik bikin ketin kanala avê. Pêl û zora avê wan bi xwe re bir. Li ser agahîdana kesên der û dorê ku dane Rêvebiriya Asayîşê, tîmên noqavê yên asayîşê di kanalê de dest bi xebata dîtina wan kir. Grûbên AFAD ê jî destekê dan hêzên asayîşê. Lê cenazeyên her du pismaman ji ciyê ketibûn avê bi 40 km dûr dîtin.
Cenazeyên her dû pismaman bo otopsiyê şandin morga Tib a Edlî ya bajarê Rihayê. Li ser mijarê lêpirsîna hêzên asayîşê dewam dike.