Kurdistan
206 kesên din bi koronayê ketin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 saetên derbasbûyî de 206 kes bi vîrusa koronayê ketine û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest dae.
Li gorî amarên dawî yên Wezareta Tenduristiyê, di 24 saetên dawî de, li Herêma Kurdistanê 5 kesan can daye û 206 kesên din bi vîrusa koronayê ketine.
Herwiha hejmara giştî ya miriyan gihîştiye 47 kesan û ya pêketiyan jî bûye Hezar û 307 kes ku Hezar û 16 kes jî baş bûne.
Di daxuyaniya 14ê Hezîranê de hatiye ragihandin ku li Hewlêrê 37, li Silêmaniyê131, li Germiyan 14, li Raperînê18 û li Helebceyê jî 6 kesên din bi koronayê ketine.
Li gorî daxuyaniyê li parêzgeha Duhokê îro ti haletên nû yên tûşbûna koronayê nehatine tomarkirin.