Kurdistan
244 kes bi temamî bas bûn…
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya derbarê amarên dawî yên vîrusa koronayê de, ragihand ku doh ti haleteke nû ya pêketina Covid-19 nehatiye tomarkirin û 244 kesên tûşbûyî jî bi temamî baş bûne.
Li gorî daxuyaniyê di 24 demjimêrên borî de (1172) pişknîn hatin kirin, (114) li Hewlêrê, (390) li Silêmaniyê, (400) li Duhokê, (56) li Raperîn û (212) li Soran û wekî derencam ti pêketiyekî nû li Herêma Kurdistanê nehat tomarkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, koma giştî ya hilgirên vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê (337) kes in, ji wan (4) haletên mirinê hene û (244) kes jî bi temamî baş bûne û yên din di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.