Kurdistan
3 kesan li ber avahiya saredariya Amedê agir berda xwe
PeyamaKurd – Li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê 3 kesan benzîna ku bi xwe re anîbûn rijandin û hewl dan ku xwe bişewitînin.
Îro Yekşemê, 3 hemwelatiyên ku rewşa wan a aborî nebaş bûye ji neçarî çûn ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û benzîna ku bi xwe re anîbûn rijandin û agir pêxistin.
Piştî demekê li ber avahiya şaredariyê mane, hersê kesan bi gotinên ‘em ne diz in’ re agir berdane xwe. Hat zanîn ku bi agahdarkirina agirkujiyê re tîmên agirkujiyê û tenduristiyê gihîştine cihê bûyerê û ew rizgar kirine.
Hersê hemwelatiyên ku xwestin xwe bişewitîn bo nexweşxaneyê hatin veguhestin ku hat diyarkirin, ji ber rewşa aborî ango ji bêçarbûne xwestine xwe bişewitînin.