Kurdistan
9 sal û 15 roj cezayê Mizrakli hat pesendkirin
PeyamaKurd – Cezayê zîndanê yê ku Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê li Şaredarê Diyarbekirê Adnan Selçûk Mizrakli birîbû, ji aliyê dadgeha herêmê ya Diyarbekirê ve hat pesendkirin.
Şaredarê Diyarbekirê Selçûk Mizrakli ku ji HDPê hatibû hatibû hilbijartin, piştî Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ew ji kar dûr xistin û qeyûm li şûna wî danî, 22yê Cotmeha 2019an hatibû girtin.
Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê 9 sal û 15 roj cezayê zîndanê li Mizrakli birîbû ku ew îro ji aliyê Dadgeha Îstinafê ya Herêmî li Diyarbekirê ve hat pesend kirin.
Çav li rê ye parêzerên Mizrakli ji bo betalkirina wî cezayî serî li Dadgeha Bilind bidin.