Kurdistan
Cezayê girtinê yê Altan Tan hat pesendkirin
PeyamaKurd – Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Enqereyê, cezayê girtinê yê ku bi tohmeta “propagandaya PKKê kiriye” li Siyasetmedarê Kurd Altan Tan birîbû, pesend kir.
Li gor Parlamenterê berê yê Diyarbekirê Altan Tan li ser hesabê xwe yê Twitterê eşkere kir, cezayê ku ji ber `propagandaya PKKê` li wî hatibû birîn, hat pesendkirin.
Altan Tan di parvekirina xwe de destnîşan kir: “Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Enqereyê sal û 3 meh cezayê ku ji ber nîqaşa di CNNê de ya bi Hulki Cevîzoglu re ku 21emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê li min birîbû, pesend kir. Ji Hûlkî Cevîzoglu, CNN û kadroyên Îslamîstên do re pîroz be!”