95 sal di ser serhildana Sêx Seîd de derbas bû
PeyamaKurd- Li bakûrê Kurdistanê li salona konferansê ya muhasebekaran bi moderatoriya nivîsar Enwer Qerexan, bo bîranîna tevgera Azadî yê ya 1925an ku Şêx Seîdê Pîran (Paloyî) serpereştiya wê dikir, panelekî hat lidarxistin. Di panelê de neviyê Şêx Seîd Qasim Firat, lêkolîner Kerem Serhatlı û Amed Tigris axaftvan bûn.
Di panelê de her 3 axaftvan li ser bizava Azadiyê û pêşdeçûnên wê demê, rêxistina Komîta Îstîqlala Kurdistanê (Azadî) hat kirin. Her weha ne tenha behsa Şêx Seîd lê behsa serpereştên Azadiyê kirin ku di nava wan de serokê Azadiyê Xalid Begê Cibrî, Yûsûf Ziya, Abadurahman Axa, Şêx Eyûbê Qerejdaxî, Seyîd Abdulqadirê Nehrî, malbata Cemîlpaşa û gelek kesên din hebûn. Behsa netewîbûna tevgerê û encama wê hat kirin ku bi Şêx Seîd re 46 kes hatine îdamkirin lê ne tenha ev jimare, bi sedan kesên din di encama tevgerê de hatine îdamkirin.
Behsa Dadgeha Îstîqlalê ya Diyarbekirê û dadger û dozgerên wê mijareka dinê ya panelê bû ku tenha dozger hûqûqvan û dadgerên wê leşker bûn.
Behsa rêxistina Azadiyê hat kirin ku di wê demê de gelek nûjen bûye û li gelek bajarên Kurdistanê xwe birêxistiye.