TR KU SO
FB X
Kurdistan

Agir bi bordoma apartmanê ket û 25 kes bi fetisandina dûmanê re rû bi rû man

Admin M
Nivîskar
📅 30 berfanbar 2023 21:56

PeyamaKurd – Li bajarê Mûş a Serdehê agir bi bodroma apartmanekî ket û Îtfaiye karibû di wexteka kurt de 25 kesan rizgar bike. Agir di wexta ku sîstema kalorîferê dihuhertin, dikirin ya xaza xwezayî derket lê rûniştvanên apartmanê di nav dûmanê de man û hindik mabû tev bifetisin.

Bûyer piştî nîvro seet di 14.00an de li hemberê Parka Ataturk de çêbû. Rûniştvanê apartmanê xwe ji pencere û balkonan de nîv derxistin derve û ji kesên dora xwe hawarê xwestin.

Li ser hawarê îtfaiye û tîmên tenduristiyê xwe gihandin ciyê bûyerê û agir vemirandin û hem her 25 kesan ji apartmanê derxistin.

Parve bike: