Kurdistan
Almanya 100 otobus dide Kurdistanê
PeyamaKurd- Ji bajarê Almanya ji Dusseldorfê wê 100 otobus bo Kurdistanê bên şandin. Otobus bi temamî bi teknolojiya herî dawî hatine dizayn kirin û wê xizmeta xelkê bikin.
Ragihandin ji aliyê qeymeqamê navenda Hewlêrê ji aliyê Nebez Abdulhemîd ve hat kirin û got ku parêzgerê Hewlêrê Newzad Hadî, li bajarê Almanya li Dusseldorfê di dema pêwendiyên xwe de encama anîna 100 otobusan bidestxistiye. Abdulhemîd got ku parêzgerê Hewlêrê bi şaredarê Dusseldorfê re lihev kiriye û otobus bi temamî, bi teknolojiya herî dawî hatine çêkirin.
Berya otobusan bînin Hewlêrê, wê tîmeka şaredariya Dusseldorfê were Kurdistanê û bo otobus xizmetê bidin, wê xebatên pêş bike.