TR KU SO
FB X
Kurdistan

Amarên dawî hatin eskerekirin: 177 kes bas bûn…

Admin H
Nivîskar
📅 13 tebax 2020 20:15

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de li seranserê Herêma Kurdistanê 569 pêketiyên nû yên Koronayê hatin tomarkirin û 13 kesan jî ji wê nexweşiyê can daye.

Herwiha wezaretê diyar kir ku di nav 24 saetên borî de 177 kes jî ji nexweşiyê rizgar bûne û baş bûne.

Wezareta Tenduristiyê da xuyakirin, di nav 24 demjimêrên borî de 569 kes bi vîrusa Koronayê ketine û ew jî 323 kes li Hewlêrê, 69 kes li Silêmaniyê, 23 li Germiyanê, 45 kes li Duhokê û 11 kes li Helebceyê ne.

Herwiha ragihand ku 13 kesan bi koronayê can daye ku  ji wan 9 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê û 1 kes jî li Helebce ne. Li gorî daxuyaniyê 177 pêketiyên Koronayê li seranserî Herêma Kurdistanê baş bûne.

Wezareta Tenduristiyê car din daxwaz ji gel kir ku li gorî tedbîr û rênimayên tenduristiyê tevbigerin û xwe ji vîrusa koronayê biparêzin.

Heta niha li Herêma Kurdistanê 19 hezar û 335 kes bi vîrusa koronayê ketine, 699 kesan can daye û 10 hezar û 821 kes jî baş bûne.

Parve bike: