TR KU SO
FB X
Kurdistan

Amerîka: "Em pistevaniyê li Kurdistaneke bihêz û yekgirtî dikin"

📅 25 nîsan 2018 01:14

 

PeyamaKurd - Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li general Paul E. Funk û şanda dîplomasî û eskerî ya Amerîkî kir. Di hevdîtinê de şanda Amerîkî tekez kir ku welatê wan piştevaniyê li Kurdistaneke bihêz û yekgirtî dike.

Di hevdîtinê de, rewşa dawîn a navçeyê, pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê di warên cuda de hatin gotûbêjkirin.

Di çarçova civînê de, şanda Amerîkî tekezî li ser wê yekê kir, ku di çarçoveya serweriya destûrê de piştevaniyê li Herêma Kurdistaneke bihêz û yekgirtî dike û xwazyar in pêwendiya wan bi Herêma Kurdistanê re berfirehtir û bihêztir bin.

Derbarê metirsiyên serîhildana kiryarên terorî, şanda Amerîkî piştevaniya xwe ji bo hevahengiya di navbera hêza Pêşmerge û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên Iraqî dubare kir û ragihand, xwazyar in ew hevahengî li tevahiya navçeyan bihêztir bibe.

Ji aliyê xwe ve, Mesrûr Barzanî tekezî li pêwîstiya hevkariya hemû aliyan kir, da ku her çi zûtir zemîne ji bo asayîkirina rewşê were peydakirin û bi çareseriya pirsgirêkên siyasî û îdarî û destûrî re sedemên serîhildana tundûtûjiyê werin tunekirin.

Parve bike: