Kurdistan
Ano Cewher: Xirîstiyan xwedî biryar û nêrîna serbixwe ne
PeyamaKurd - Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê ji pişka Xirîstyanên Kurdistanê, Ano Cewher, derbarê êrîşên ser pêkhateyên Kurdistanê têne kirin got, ew gef û êrîşên han ne rewa ne û pêkhateyên Herêma Kurdistanê pişkeke rasteqîne ne ji xelkên Kurdistanê û xwedî biryar û nerînên serbixweyên xwe ne.
Ano Cewher destnîşan kir, Xirîstîyan li jêr bandora ti alîyekî sîyasî nîne û hemû kes li derveyî perlemanê û di nav perlamanê de azad e deng bide kî.
Cewher tekez jî kir, ji bo pirsa biryardanê, xirîstîyan ji kesî destûrê nastînin û serbixwe ne û bo kesî jî nîne bibe devrastê xirîstîyanan.