TR KU SO
FB X
Kurdistan

Artêsa Tirkî êrîsî gundekî Girkê Legê kir: Welatiyek bi giranî birîndar bû

Admin L
Nivîskar
📅 30 berfanbar 2021 17:29

PeyamaKurd – Artêşa Tirkî, gule ber bi gundê Banokiya yê Girkê Legê ve reşand û di encamê de welatiyek bi giranî birîndar bû.

Li gor zanyariyan, do êvarî gule ber bi gundê Banokiya yê bi ser Girkê Legê ve reşandin û di encamê de, welatiyê bi navê Elî ku şivanê pez e û ji Til Hemîsê ye, bi giranî birîndar bû û Elî rakirin nexweşxaneya Dêrikê.

Li gorî agahiyên tenduristiyê, gule li pişta Elî ketiye û derbasî kezeba reş bûye û rewşa wî ne baş e.

 

Parve bike: