TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bafil Talebanî: Her wek çawa di demên dijwar de em ligel we bûn, hûn jî ligel me bin

Admin L
Nivîskar
📅 13 cotmeh 2022 12:30

PeyamaKurd – Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî bi peyamekê daxwazekê ji Çarçoveya Hevahengiyê û hevpeymanên din ên YNKê dike û diyar dike: “Her wek çawa di demên dijwar de em ligel we bûn, hûn jî ligel me bin.”

Li gor Bafil Talebanî li ser hesabê yê xwe yê twitterê eşkere kir: “Em ji birayên xwe yên ezîz ên li Çarçoveya Hevahengiyê û hevpeymanên din ên YNKê daxwaz dikin, her wek çawa di demên dijwar de em ligel we bûn, hûn jî ligel me bin.”

Herwiha Serokê YNKê Bafil Talebanî destnîşan kir: “Bawermend pabendî peymanên xwe ne.”

Daxwaza Serokê YNKê Bafil Talebanî piştî wê yekê tê ku biryar e sibe Pêncşemê 13ê Cotmeha 2022yan, Parlamentoya Iraqê li ser diyarkirina Serokomarê Iraqê bicive.

Parve bike: