Kurdistan
Baregeha Barzanî ji Felah Mistefa re sersaxî xwest
PeyamaKurd - Baregeha Barzanî li ser koça dawî ya birayê Şêwirmendê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, Yûsiv Mistefa Bekir peyameke serxweşiyê belav kir.
Baregeha Barzanî di peyama serxweşiyê de wiha got:
“Birêz, kak Felah Mistefa, bi xemgînî me xebera koça dawî ya birayê we Mistefa Bekir bihîst. Em serxweşiyê li we û malbata we dikin û em xwe weke hevxemên malbat û hezkirî û dostên we dizanin.
Em ji Xwedayê dilovan dixwazin giyanê birayê we yê rehmetî kak Yûsiv bi rehma xwe şad bike û bi behişta xwe nazil bike. Xwedê sebrê bide malbat nas û dostên we.”