Kurdistan
Baregeha Barzanî sersaxî ji Wekîl Mistefayev re xwest
PeyamaKurd - Baregeha Serok Barzanî bi minasebeta koça dawî ya Wekîl Mistefayev peyamek belav kir û ji malbata Mistefayev re sersaxî xwest.
Peyama sersaxiyê ya Serok Mesûd Barzanî wiha ye:
Ji bo malbata Wekîl Mistefayev.
Bi xemeke zêde me nûçeya koça dawî ya nîskar û kesayetiya naskirî ya Kurdên welatên Sovyeta Berê Wekîl Mistefayev bihîst. Rehmetî kesekî niştimanperwer bû, ku xizmeteke mezin a dîroka gelê Kurd kiriye, jidestdana wî jî ziyaneke mezin e.
Bi vê helkefta xemgîn, em sersaxiyê ji we re û ji malbat û meriv û dostê we re dixwazin. Em xwe dibînin wek şirîkê xema we. Ji Xwedayê mezin lavakarin ku rehemetî bi biheşta fireh şad bike sebr û aramiyê bide hemû aliyekî.
Inna Lillah We Inne Ileyhî Racîun