TR KU SO
FB X
Kurdistan

Baregeha Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê bi xwîna sehîdan hatiye avakirin û wê bê parastin

Admin H
Nivîskar
📅 26 adar 2023 13:02

PeyamaKurd – Baregeha Serok Barzanî, li ser hin nîqaş û nûçeyên li dijî statuya Herêma Kurdistanê peyamek belav kir.

Baregeha Barzanî ragihand: “Em bersiveke giştî didin wan nîqaşên ku Herêma Kurdistanê wekî kartonî bi nav dikin û dibêjin, Herêma Kurdistana Iraqê ne kartonî ye û li ser xwîna bi hezaran şehîdan û hêsirên dayikan hatiye avakirin.”

Herwiha hat bibîrxistin, “Herêma Kurdistanê bi xwîna gelê me û rondikên dayikan ava bûye û wê bê parastin.”

Parve bike: