Kurdistan
Batman | Karkerek di qata 7an werbû û canê xwe ji dest da
PeyamaKurd – Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin xebatkara paqijiyê ya fîrmayeke taybet Ayşe A. (25) dema ku li qata 7an a Golden Plazayê ya li taxa Gapê ya li navenda Batmanê ye, di qata 7an werbû.
Piştî agahdarkirinê, ekîbên tenduristiyê û polês sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Lê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Batmanê canê xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.