TR KU SO
FB X
Kurdistan

Belçîka xwezyarê dostaniya Kurdan e

📅 07 gulan 2018 02:53

PeyamaKurd - Parêzgarê Bajarê Rozelêr yê Belçîkayê Kirîs Dîklêrk ragihand ku ewê dostayetiya xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bikin.

Cîgirê Serokê Ciwanên Siyasî yên Cîhanê Felah Mistefa, ku ciwanekî Kurd e û ligel Parêzgarê Bajarê Rozelêr Kirîs Dîklêrk civiya ji medyayên Belçîkayê re ragihand: "Em gelê Kurd gelek in ku di şerê li dijî terorê û DAIŞê de me xwîna pêşmergeyên xwe ne tenê ji bo parastina axa Kurdistanê rijandiye, lê belê me ji bo hemû cîhanê û Ewropa şer kiriye.

Herwiha me deriyê xwe bo milyonek û nîv koçber vekir, ku ev yek belege ye ku em miletekî aştîxwaz in û em neteweyekî kevn in li cîhanê.”

Felah Hesen wiha got: “Parêzgarê Bajarê Rozelêr Kirîs Dîklêrk tekez kir li ser dostayetiya xwe ligel ciwanên Kurdistanê û gelê Herêma Kurdistanê û got ku deriyên me ji bo dostayetiyê vekiriye û hêvî xwest ku nêzîk serdana Herêma Kurdistanê û Hewlêrê bike.”

Hesen wiha domand: “Parêzgarê Bajarê Rozelêr Kirîs Dîklêrk got ku Belçîka dixwaze dostayetiya xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêz bike.”

Parve bike: