TR KU SO
FB X
Kurdistan

Berhem Salih: “Birîna daran li hemberê xweza û mirovan sûc e”

Admin M
Nivîskar
📅 04 hezîran 2021 02:24

PeyamaKurd – Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li ser operasyonên artêşa Tirkiyê bo ser Herêma Kurdistanê ku di operasyonan de daristanên Kurdistanê dibirin ragihand ku bo berlêgirtina birîna daran divê destekê bidin Iraq û Herêma Kurdistanê. Berhem Salih ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî di ser Twitterê de kir. Salih nivîsa xwe bi Kurdî û Erebî belav kir û weha got:

“Digel îhlalalên serwerî ku bûne sedema koçkirina sîvîlan ji malên xwe, di nav sînorê Kurdistanê de li Hiror û Batîfa birîna daristanan li hemberê xweza û morivan sûc hatine kirin.”

Bo berlêgirtina sûîstîmalan û cezakirina sûcdaran divê di navbera hukumeta federal û herêmê de hevkarî bêkirin û ev wezîfa me ye.”

Parve bike: